BÊHNA BÎRANÎNAN ![]() ![]() ![]() BÊHNA BÎRANÎNANezne jiyam ne jî mir im di wêraniya zaroktiya xwe de derbeder im Cîhan penihî dilê min ez li ser axa welatê xwe hê penaber im dem û heyam di rûyê ciwaniya min de kal û pîr bûn pêşeroj di qilfa gumaneke tehl de digindire li nav okyanûsê giraveke bêkes im li çolistana giyanê xwe hesretkêşê dilopek baranê me ax û nalîn bedbextiya min ji telpa ewran û tenetiya min ji dîmenên qelebalixan bipirsin ez rêwiyê herika demê me di leyistika satrancê de wezîrê berxwedanê me li siya jana xerîbiyê dostan berhev dikim şev hêsirên dergûşa dil di qefesa xwe de vedişêre li rojan xewa xwe li xilmaşkiya çavên xewê radizênim kul û keder êş û keser fotokopiya temenê min in li reşetariya şevê siya bijangên xwe dibînim ken û şadî li ser lêvan qurifîn li sahneya şanoyê fîgûranê êşa me qenciyê li ser kevirê mermer û xirabiyê li tozê dinivîsim bêhna bîranînên min yên berba bûyi ji stran tembûr bilûr mizrab û têlan bipirsin ! ! Stockholm, 01. 11. 2006 Xizan Şîlan 12. 01. 2007 Xizan Şîlanhttp://www.pdk-xoybun.com |