Ey Leheng Ey LehengGava heyvêxwe sipart lehengiya te… peyvên te, bi kenê þevê re vêketin… gotin: ey ahoramezda, yezdanê hêzê bi çînî tu tovê, þîn tê bi destê te þîn tê… û niha tu dê yî, tu bavî ey sermeyandarê mezin… cîhan li ber te bû ye pêtek, xurirst ava bûye, qonax bi qonax xwe sipartiye ser kopalê te… ey jîn, ey hîn, û ey evîn… germ û serme darê xwe li ber te þikandine..!! tirsa qels, newêrekiya gavan nikarin berê xwe bidin çiyayê te; ey çiya, ey hêz, ey birûska peyvê, nav û nîþanê te li meydanê kêferatê ne, destek bi gurz e, destek bi kuling e û her destarê dilan sawa te di hêre…!! Çelengiya te, mêrxasî, hevrikê ba û bahozê li panava asîmên stûnek li dar e, rojhilat û rojava te dan ser her du qiloçên xwe … Ey mêj û buhirî, ey niha, ey paþeroj, gulav ji banga te bariya û bela bû …!! Hevîrê jînê di koda çavên te de tirþ bû… li ser kela dilê te, bû nan…!! ey nan, ey agir, ey mêrkujê pezkovî; ew pezkoviyê ronîkuj..!! awazê di jana birîndar de kelandî, û lehiya bêriyên evîndar… ey çilka lezgîn, ey jînxwaz bi armanca serketinê berê te wa li hêkê ronî bû; dara te ber girt, doza te zelal bû, te kember li pêkenînê pêça..!! Ji denê jînê meya serbestiyê te fir kir; bawerî, mujde, her bawerî. nama te ey mirov, nama pîroz diyariya rokê hinart…!! Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |