PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Oksana





Oksana

Oksana,
Sînga te zozan e,
ser li ser datînim
dil datînim li ber;
du çiyayên qeþê
lêvên min ji xweber
dimijin cot û fer…!!

Oksana,
ziwan e,
bê deþt û
buhar in…!!
tilî li nêv kulîlkan
bêzar in… !!
nakin tevger.. !!
þeveke buhiþtî
qaza sipî,
asîmanê wê girtiye…

Oksana
di hembêzê de,
heya sibê
bilbil di hêlînê de,
hêlîn li ser þaxê
li ber ba diheje;
lê naçe ji rê… !!
xuya ye;
ne ew gul e..!!
buhar bi kul e !!

Xuya ye,
lem bê rewa ye,
Oksana;
ji refê wî cuda ye…!!
her tilûr
xweþiyê digehê,
û
nama dildariyê
li ser porê kej distirê…!!

Oksana
ev navê þêrîn,
ey mûma di mûmdana
xwe de vêketî …
roniya te diyar e,
stêra þeva bendewar

Dil;
dilê min geþ nake…!!
Hêvîdar im,
tu bes bibêjî :
"no û yes".!!
dilê min ji êvar de,
dibêje te:
{good night}
þeva te xweþ…!!

07. 03. 2000
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg