BuharBuhar dibe nîþanDîwarê ava bû,li navbera herdu dilan… xaka fire, ji guhan deng girtiye… Nerîn þikest, li saya dûrbînê… nabînim, ez û ew þev û roj, mane li ber kunca hevdîtina stewr…!! Heye nexþek, heye rewþek, li aniya tavikê, dîrok zîvirî û pelê gazinan pêça…!! Ji serê burcê sawîrê demê firiya. li deþta xewnê danî, bi hêz li ser basikên xwe: ji bajarê muxribê Zîn li ber textê Memo danî…!! Ew çavên kor li hêviya Yûsif vebûn…!! tîbûna bendewariyê çû…!! Ji niþka ve Siyamendê Silîvî berê xwe da oxirê û piþta xwe da felekê…!! Hey heye rewþeke wisan, wêne bi payîzê re zer bûye…!! Gustîlk bi peymanê nû dibe xuya… Destê xwe hilde xanim tu nikarî bikiþînî çiya…!! barê giran ewê nazikbûnê diguvêþe…!! Ez bawer im cihokên dil vebûne kî tî bû; kê firek vexwar Perwane kulîlkê dimije buhar nexþê perwanê dibêje…!! Destê dewl dahiþte bîrê; çend raman ji xwezaya evîna te dikiþîne ji bîrê .. !! Dewla me av girt û hogiriya me li hewdê gulan dibe berbang..!! Awir dibin yek, berê xwe didin hêviyê bi hev dighên armancê, sal dizîvire; û buhar dibe nîþan…!! 13. 03. 2000 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |