DîlêDîlê hesreta XecêHemî caranpirsa dîn ne hêle bînahî ji sawîran revê bike ...!! Digel min derya bibîne, dibe ko rok vê êvarê lêvan sor bike...!! li ser latê rûniþtî, hest bilind bû, kûr bû; pêlan ew þûþtî...!! du pêt ji rû keniyan, destê min li dor gerdenê cam û mircanan þahiya me pîvan.... Perwîn li jorê bendewariyê dike, çiya hêmin bû, kevoka min lîsa li ciya…!! bi ber de çûm, bi xunavî peyv ji dev bariyan… tu bûyî wêne û sawîr li tabloya hiþ û mejî …!! Kewê li ser zinarê dil cî girtî… bi bask û çengan xewnerojkên min pêçan. destek da hîvê, destek da serê min, li ser çogê hejand… Ramanan berê mijûlî dikirin; hin bûn aho, li ser pêlên xewnê dilîstin…!! Dilê min wek mendalekî bê dan û standin di pêçeka evînê de bê tevger ma…!! Bê çare ket landika xeman temen da ber hêviyê, û dîlê hesreta Xecê li ser sîpan; li dû pez koviyan her û her ma…!! Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |