DûriyêDûriyêDûriyê ..heya min te ne dît, min tu tiþt nizanî bû..!! Dûriyê .. va min te dît; lê hîn jî ez tiþtekî ji te nizanim..!! Hey derya razeyan hezar qirþikên weke min li ber pêlên te diçin; winda dibin.. Duriyê.. xwezî me hev nas nekiriba.. û ew roja hevdîtinê bela ne hatiba!!! kesî heya niha ji te hez ne kiriye, û bi sîngên te þa ne bûye .. tal in, pûç in, danê xav in, bi dijwarî tên xwar in.. Dûriyê .. bi vî riwê reþ beramberî hêviyan pêta derdên te dîwarê dilê min dikole..!! dibe ko volqanê biteqîne; dibe ko warê te bi çemê êgir biþewitîne.. !! Dûriyê hey sitemkar bêdengiya te bi her kesî dikare !! hestan har dike, bêdengiya te xwînê dikelîne, xwînê difûrîne, dike êzingên hêtûnê .. can dide, jan di de, bê çare wê her bide .. madem tu ev xwîn mijî, kes bi te nikare.. kes bi te nikare.. !! 27. 03. 2000 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |