Yê ZaneYê Zanegelo barê min çiya yeû kesek nîne zimanê derdê min bigihê ez dixwazim bêjim, ji kê re bibêjim kesek nîne baranê ji ewrê xeman bi ser de birêjim…!! Li welatê bê nan û xwê, bê baran li hêtûna xerîbiyê hêviyên min basko kirî ne.. Wekû hemû kesan berê dîdariya min li qelêç bû, wekû hemû kesan min dixwest li ber peravê kewserê bihna buhiþtê bidim ber pozê zar û zêçan û dîlberê, þerma tarî findan ji þahiya çavên bendewar bifirînim.. kenê pêçayî li rez û baxên armancê veçirînim… "rawestaneke piçûk" Ev xewnerojkên han li þûvên pirsan hîn tov in, tî ne, lê ne bê hêvî ne.. Cotkarî dikare sînga xwe veke çivîkên êrîþker ji ser libokan bifirîne.. Hey dem û dewranê dar heye av heye û aþ heye zana ew e yê ko karibe rast bigerîne… Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |