KelekêKelekêKeleka windayîdi derya xapan de li ber bayê dîn li ber pêlên har tu dikulmiþî .. !! Çav zirdoq kirine, û tayekî tu nabînî ….!! dest bilindin bi bal xwestekê de ka ... ka … destê felekê kurt bûye û na gihê te li bin avê, li ser avê, bi jînê û ne jînê, xatir xwestinê û ne xwestinê.. Hey dilbijok çavê te ketiye nikilê "Newresan" Çima te wek wan piçûk masiyan hilnînin ..? ji neyînê bibe heyînê, bê ko ji jînê bibe ne jînê…!! Keleka malik wêran gerînekên avê mîna bahoza dilê kirêtin, na pirsin, nadin keysê, basikên tilûran diþekînin… Darên ciwan ji xwezayê koka li hev badayî û rehên dilên pola hildikin ..!! Kelekê tu dizanî perav dûr e … Kelekê mijê dîtin birriye !! sawîr tê, gamasî tê, hildigire laþê nazik mixabin … piþt bi sitrî ye, dîsan sawîr tê, neheng tê, kelek di þikefta dev de gepek bê hestî ye ..!! mûran e … mûran e … pêlekê te bilind kir; pêlekê te avêt …!! Sawîr e … ne sawîr e …? xewn e …? ne xewn e…? derya xapan ne hênik e .. ne rewan e .. û bê mecal e .. kesî kesan lê nîne…!! 03. 04. 2000 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |