Diya JînêDiya JînêDiya jînê..hevala jîna min, hevala derd û kulan û kêf û þahiyê .. !! kulîlka buhara min… ev çend sal in em li du rexên cuda ne, çemê bêhriyan ji çiyayên pirsan diherike… ava xurt pêlan dide û me li hespê rewrewkê siwar dike … Dibe ko roj bi dijwarî dibûrin lê bîr û bawerî her ew e, di cihokên xwe de digerin… hûn di bîra min de ne Jîn, Hîn û Nesrîn ez bêriya we dikim… tev ko bi þev û roj kêlîk bi kêlîk hûn bi min re ne … guhar in di guhê min de ne, pênûs in li nav tiliyên min in.. û xwîn û jîn in, di berdewamiya dilê ko herdem ji bo we dijî…!! 06. 04. 2000 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |