PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dilo




Dilo

Payîz e
siruþt xemgîn bûye
evîndar piþt daye demê
û kat li pelan dibûre…!!

Payîz e
tilûr karên koça xwe dikin ..
dilê bi rima demê birîndar,
dilê ko di derya
xemê de dîl bûye …
çi kenê pencerane
li halê wî tê …!!

Ê
poþman
her tu dimînî dilo… !!
çiyayê bê hêz
li ber topên awiran,
çiyayê bê hêz
li bin ewrên gazinan
ne xewê,
ne xwarinê, ne zimanekî raste rê
û
ne hevalekî dil þewat
tu dibînî….!!

Dilo
payîz e ..,
evîndaro
toz û babelîskên
li hêviyên te rabûne…
ketine gerdeneke tal,
ji rêka dirust
çûne
kaþkaþokên westandinê…!!

Xuya ye
tu bûyî gayekî pîr
þivên zemanan
piþta hêza te kolane
û
her xêzên te xwar mane ..

Payîz e
te cotê xwe berda
tovê te çand
heya niha
ev tovê pûç
heya bi çivîkan lê daqûl nayê..!!
xuya ye
tu gelekî westiyayî..?
lê ev e
dadgeha demê..
ê ket çima ..?
ê rabû hema ..?
stemkar e.. stemkar e
li rokê nanere…
li þevê nanere ..
ne roj
ne þev
kî dikare
bê ronî
bê tarî bijî…?

Ne sar lê tê,
ne germ lê tê
e3v e
dadgeha paþdemê..
heger lat be
gerek ji ber awirên
peyvan bi þikesta…?
heger pola be
gerek ji ber
pirsên perîþan biheliya…?

Payîz e nabûre ..
payîze
berx û
berandîr nêçîr in..!!
gur li newalan
bi þahî dizûre …!!

Dilo
hîn hespê tevgera te
ne westiyaye…
tev ko tî bûye,
birçî bûye
heger berê wî têkeve rojava..
û
bihna dîlberê
li ber pozê wî be
wê te bigehîne …!!

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg