Şensê Min ![]() ![]() ![]() Şensê MinEy marêdi nav qamirê de, ez berê xwe didim ku derê berî min tu li wir î … rêka dûr piyên min li ser şikestine xwêdana salan li ser herikî, payebilindî ket û her te felek li min har kiriye… Şensê bê bext û ûjdan bi rû reşî te guhê xwe girtiye .. !! Ez ê çawa ji stema te rizgar bibim ? benê te li gerdenê girêdayî, pir asê ye. bi xwedêkî hinekî vezilîne.. ? bela ez bi xêra te çavekî li cîhanê vekim.!! gulpek av bi ser gepa ziwa de vexum.. carekê tenê, rojekê tenê, kêlîkekê tenê ez sipasdar im ji wê roniya ko bidî, da doza min li tariya şevê ne likumî..!! û sîwana te min ji dûrbîna zemên vedize.. ez sipasdar im ji parastina ko tu bikî … berî ez biçim û koça xwe bikim, dixwazim tu jiyanê bi min şêrîn bikî …!! Avekê hênik di germa kêferatê de, bi ser lêvan de dakî.. devê xwe vekim û bêjim: dema min çû, zarokên min li şûna çira min î bê ronî mûm bimînin ..!! erê ez donê wê bûm lê her min berê xwe da te, min tu tişt ne didît… Şensê min, heyv û stêr bi hev şanekirin, te ewrê tarî li roj û şevan derkirin… Te ez avêtim beyabanê windabûnê hirç û hovan ez birim …!! Ez dizanim hîn dilê te hênik ne bû ye hîn jî kirêt e..!! keko ma ji dojê wir de bi ku de tu dixwazî min bibî ..? 09. 04. 2000 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk Dema weşana helbestê, 03. 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |