Xewn eXewn eGavabeniþtê xezalan li bênderên me kesk bû; gava nîviþk û dew li ser mersefa li ber me bû, gava pîrika min tolik û xerdel dida hev û strîzerk dikland … li wê buharê, li ber wê þahiyê çavê min li ser bîrê li dîlberê ket guliyên dirêj, aniya geþ weke rokê, rez û gul û dar çav û poz, dêm û dev û guhar gerdena dur û camcamî, firiþte li wê dizîvirîn…!! Ez bi wê cîhanê re çûm, ketim sawîran destên nazik bi bazinan re, çavên min li dûv xwe dizîvirand …!! ronî ji her alî de di bû birûsk û tav pê re dilerizîm bê çare ji hiþyariyê ez didizîm ..!! Çi gotin min nema dikarîbû bigota….. laþê min ji ava bîrê bêtir xwê dida …!! ew kêlîk bû dîrok pelek li ser evîna keçînî vekir, bû þahî govendek li dor her u dilan gerand… Me dest bi tevna hêlînê kir, ji niþka ve min çavên xwe vekirin, min dît ko xewn e .. !!?? Lê her ez ne poþman im evîna gundê min, li kela dil, dîsan vêket ..!! Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |