PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Tunel*






Tunel*

Dengê wê
bi sîmfoniya
dengê Arifê Cezîrî re harmonî dibe..

Silava rojê
bi tayên tîrêjan re
gurzan tînin holê
li ser sêla dilê xwe nanekî dipêje..

Navekî, şehekî û çavekî
ji wan pêlên rewrewkan re
qeyikê li razên roniyê
li tabloyeke ciwan
nexşîn dike…

Lava xaka tî.
ji baranê hêsran dibarîne
bigirî baranê bigirî ..
nimêja derwêşan
berzûrî kaniya çavan e;
pîvongê ji bin girê bêjeyan hildike…

Destarê behitînê
li ber çira şevan digerîne..
li newalên hevokan
bi şîş û xişta xocan
nikildanê dike..

li bin hemû tilmên axa sar
xewnên gorên komel tarmarî dike..
li bin berfa peyvan diveşêre..
Ev çi helwest e, çi mebest e
tu bûyî rû reş
û tu bûyî newêrek
şeva kirîstalî
te nivêja bê hêvî dikir..
te xweliya asîmanê bê ber û pal
bi ser çira şermîn de werdikir..

weyla li te dunyayê
ji şima û qişûfê zertir,
tu tinazên xwe zerikî dikî,
ji rewanê firyayî bêtir,
ji firiştan zûtir
û ji bihna bayî nûtir

tu bihna rewan î, tu dilê firiştan î
û tu xencer û pêla bayî

tu jî gunehên çavan giran dikî
ji sûra kovanê
libên kenê jêhatî berhev dikî..

Va bi bihna Zeyzefûnan,
tu mukur hatî
bi bihna Endeko
tu li min ewle bûyî
û bi Kovika axînî*
silavên Pilo-pilo*
li ser serê tayên Gelale
pelikên jîndayî diyar dike

Ez jî li te mukir têm,
paçekî sipî strana dayika min e
buhara keçînî parasta peyiva min e..
Bi çemê şahiya min
tirêna dilêrî û hogiriyê dimeşe...

Ji bo te
dilê min li ser têtîkan dikene..
carek hêviya pencera dîl û dîn zindî kir...!!
dîmena sîsirkê
li ser rûyê şevistana kal
şevên tofanan mukurvanên
pêçekên mendalan
li ber firtona (Tisonamî)*
giryana şahiya derbider
wek fotoya (Gornika)
li ber periya Pikaso,
li bin kenê potîna Naziyan dikele...!!

Weke durvê te
murala jiyê gulekê
erê-na ya ken û girî
bi hev re cot dike..

Davinşî zû ji bersivên Monalîza reviya
ez bi ez re gêj kir;
tu bi tu re
nakokî, navbilî
û bayê her alî li hevdu xist,
ne tirş û şor
tekez pûç û xav û kelê kir…
Erê ez xerîb im; kor im
lê ji pirsa çavên te
min xwe ava kir…
ji sîtava pîr ling ji xêza terpilînê derbûn..
hela li wan sozan ez binêrim
çawan dê ji qulê dîwaran der bibin!!??

An ji tabloya xwekujînê çawa direvin?
te kenê hinara tirş
li bin tepiskên
hejmara rojên dijwar pejiqand.
sîstem tev li hev bû
sînaryo ya dubarekirî
ta bi bihinên sport çikand..
te kêlên sînorên bê tirazû daçikandin.
te "kefenên" çavsor
li ser tilmên tixûban
bi destên Izrayîlan livandin…

Ji te bîr û bawerî Peye û Keye
te ew hêlandin,
dawiya tunelê
tarî ji zelaliyê di-ingire!!

Sînaryo ya dubarekirî
hilmekê ji te distîne,
destê qelew omîda nerînê
nikare bitevizîne..!!
hêla pira rêzê
li bahoza qerwelê şikest.
Êdî li ser banê destpelînê
Şeşrenga xwe danî..
Cil û berg
ji ber serma diyalokê dipoşîne,
dil bi paçên aramê
li dawiya tunelê tarî
ji zelaliyê her di-ingire
lê çi bikim
tunel bi dawî nabe?

05. 01. 2005


Tunel : Rêkên windabûnê
Kovik : mastêrk, a ko mast an şîr an avê pê dixin meşkê
Pilo - pilo : kurmike, li binê kovikek ji axê ew çêdike xwe diveşêre
Tisonamî : dema xak li bin derya diheje û pêlan li ser riwê avê bilind û bi hêz dike, peravan di bin de winda dike.. ewê hingê navê Tisonamî lê dibe..
Gornika : Tabloya Hunermendê cîhanî Pîkaso ye

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weşana helbestê, 04 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg