Pêlikên þahiyê Pêlikên þahiyêDiyarî : te tenê, û ji xwe pê ve nahêlim kes navê te biçinê..Ji serî de firek mey ji geliyê nav du sîngên xweþ binoþim.. ew du findên li ser wan hinaran vêketî ne pinpinîkên buharê li dor roniya geþ, li saya hembêzê dileyizin.. vaye danê helbestê li ser pal û zinarokan didêrim; pêlên bêjeyan li ber bahoza evîna te ji cejnan tên; û di hingûran de diçînim.. Navê te peleke sipî bû, û nama te gulek e li ser dilê kedî bû..!! de bela ez li ber þeva pora te wek hozanekî þevreþkî bibim. û bela ji gerîneka guftûgoya li gel te wek zozanekî serxweþ li bin asîmanekî zelal, þûþeya devgirtî bê zar û peyv meya lal û sar bi awazên veþartî ji dilê te jîn bibin..!! Heger siya reyhanê li civanê me, ji me re sîwan bû bayê buharan þayik e, ne êvarê, û ne þevbuhêrkên pîrhevokan sawa tirsê sînorê parsûyan diderînin..!! Du Kewên zinaran razên dilan berhev dikin peyama te diguhêzin min û germa bêdengiya hembêza min li ber te dajon û gîsin dikin..!! Ey evînê ji min e, ne li ber çavê dil e.. ne li ber bihna lîska pêçiyan e.. û ne li þevistana bêzariya min e.. weke ez ji xabûr divexum; û ew kaniyê ji ahîna min diherikîne.. canê sipehî mij û þebnem bi ser sawîrê bîranînan de ji asoyê þevên pêrgîna me þandin.. ez dibêjim: heger tu binê wê tifikê vedî tu dê germa evî dilî hîn jî li wir tu dê pê hest bibî..!! û heger te dest da sîngên xwe, tu dê ewan bi þerbeta lêvên min nixumandî bibînî..!! "kanî kanî av sar kanî, mala min bar kir, li ser danî.. min û te tev peyman danî, ger poþman bî, tu dizanî.." Kevokê; tu hîn kedîka min î, þwîna nikildanên þahiya te ta niha li ser pêlên kenê min in.. bi pêlweþa dengê yarê re çavan xwe ji qelîþtê berdan Li ber ba û baranê, bi ber sînoran de li dûv biyokên hezkiriyê dil peyapey bezîn.. Wey li wan bin ew hemû xweziyên dîn.. çima koncal, kaþ û newal rasterê razên þevê em li ber wan digindirîn.. Wey li wan stêran be. Ziq li kiryar û finasên me çavnêr in!! Pêjna pistîniya me tinaz û laqirdiyên jêhatî li kavilan, û li ewan miþwarên evînî ko hîn ji kelkela me sor dibin û disincirin..!! Destûra wateya pirsê bû, di tevdana destên germ û tihn da çîrokên evîniyê, derhal ji hev re eþkere kirin.. Xeþma rojên dûriyê bin pê bû; û kovanan xwe ji dil koçkirin!! Dêna me çû ser keleha Hesen Kêf û Dimdim awirên me li ser pêlikên þahiyê bi jor de çûn.. Xatûna min " cana li ber vî canî " pêkve em li wê sîmfoniyê sermest bibin; te digot: wêreko! vaye gulistana ciwan li ber pala te ye; sorgulan bîn bike..!! Ez ê te li nav bikim Padîþahê Waþokanî, te bikim oldarê ola Manî; bi rêdana dildariyê em du çeng in, periyên me gij in, li pêlên bahejînan ew siwar in, qet nahejin; û bi bageran tucar ji hev cuda nabin veqetin…!! 26. 10. 2004 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Pejal Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |