Bûka baranê Bûka baranê Rewanê ew bayêji ber çengên evîna te tê, çavê min li leylana naziya te dikin av, û datînin li bin sînga te Betê..!! Guliyên hêsira berfa te xwemalî ne; ah û ohên min wek qulzimeke* bê binî dikin..!! Çil buhar in, Çil Esrî ne,* û keskesor in; singoyên janê* sînorên keleha dil dibirin.. Hespê ristinên tevna azadiyê bi simên xwe pîtan* li xaka te dikolin.. nexþa þahiya evînnasên te; çiqs xweþ û þeng tê, li ser kaxetê..!! Hin bi lîlavan re têtin xwar; Qiralên Çivîk û Têtiyên te nema li guvik û dehfan guh didin; ne li serxetê û ne jî li biniya xetê …!! Terîþa sor ji nikilê kewên ribat vebû; û dev ji hev meydan li ber da sosretê.. kavkulîlkên jehrînî nema zanin ji volkana kela te bi kû de bi keremper re, li ber kîjan bayî birevin…!! Sîber bi heyvanê sorgulîn meya; pirça gij ji kevanê kîna hevrikên te weþiya…!! Û bûka baranê di destên zarok û mendalên te de bi dan û savarê diyariyê lib-libên kenî sipas ji te re te dil geþkir bi evê drfetê…! 23. 11. 2004 Qulzim : ji Deryayê mezintir e Çil Esrî : di buharan de ewrin digihan hev û baraneke xurt ji ewan ewran dihat navê wan tavan { Çil Esrî } bûn. Singo : weke xiþtekê li serê tifingê tê danîn Pît : tîp, nîþandekên ko zimanê nivîskî pêk tînin Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Pejal Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |