Gelawêja aramê Gelawêja aramêWere ey aramêhêmin li yadî yar tu mebest î.. ji nêv çetela awiran bipengize;* bibe kilê birînê wek perperîkê* li buhara bîranînan gul bi gul silavê bike û bi mirçîna ramûsanan re li asoyê perestiyê bifire....!!?? Were ji denê meya helbesta xurbetê tu sermest bibî.!! Agirê kêlîkên sal bi baweþîna payîza xwe re vemirîne.. li yadî yar rivîna xulek û çaxê ji her deverê hildibe, hevokên libendemayîna þevînan disoje ji asmanê te aramê þîrê kulên hergav ko ji dayik dibin, dike firo û lorik* ne meyan tê..!! wek hilm û firehbînan þîr diqusîne..!! Were ey aramê evan tîr û riman di sîngê de bibîne.. ji hêç û hêrsa taya dûriyê bê çawa çep û rast hêsir jî bi xwe berê kela wan bûye dûmana ber çavên Çivîkan.. Xunavî ji dara þîn dilop bi dilop bi ser feryada bê wata jiyanê de, dibariya..!! lehî, firtone û sûlavên evînê gelek hêlîn li ber xwe aware kirine, bi berfa geliyan re bûne av ewê sîwana dilê þikestî bi guliyên hestan dihûne… Were ey aramê mûyekî ji hevîrê evan derdan bikiþînî; stranên buharan bi bilbilan re bistirîne.. weke te ey aramê Mejî jî xwe li hev pêça!! Bar giran bû Sîsika bêjeyên rûnkirî Ji xweber li ser zimanê dilan da…!! Pileyek bêrîkirinê êtûnên dil gurr dikin, dil har dikin, wek Gurê birçî li zivistanan, bi ser de jî birîndar dikin..!! Wisa ye ji kêlîka xatirxwestinê ta bi teqîna volkana kûr birînê li ber sînorê mirinê, ta bi dîtina ewê guldankê, li pajeya awirên hêviyê ta ko reyhan ji parsûyên roniyê þax bide… û evîn axxx û kula te evîn tu her mey î, buhar î, li ser lêvên zozanan tu sorgul î; havînê, li kelkela damaran tu hingivweþîn î; tu payizxêrk î þevên zivistanan tu arama zeviyên hembêzkirina Mem û Zîn î..!! Were ey aramê dil nema dikare li ber te xwe bigere; çira jiyê pênûsê bi xwînê geþ e.. nêrgiz her bi hêvî ye ko pencere vekirî bimîne..!! Çetel : kevanok Perperîk : plantink, minminîk, pinpinîk, perwane û pepûle Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Pejal Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |