Ronya – 3 Ronya – 3Ceger fêr bûyeserê te li ser pala wê binive… Çav fêr bûye berî raketinê nêçîra kevan û sawîran herdem tu bî…!! Pirsekê xwe çem kir: Bo çî; giyan ji te hez diket? Bo çî; Iþqêt giyan emro tu bî? nazanim giyan welamî* tu bi çî bidem..!! giyan* hez nakem tu bêtir ziyanê li xoþewîstî bar biket..!! gelekî dûr im bêçare me ji bo gihiþtinê…? Paleyê li leylanê dikim; hêsan e, ne giran e di rê ya jiyanê de canbaz im.. ji bo hevdîtinê li ser þûrê bendewariyê sivik diçim..!! Ronya li ber çavê min e; diçim, dirawestim, mil bi mil li gel hêviya min e…. Yar im bo çî dûr diçî? xoþewîstî nizingî divêt…!! Sibehîn li ser varendê* bû dest li ba dikir, çav, nêrîn berzûrî xwedan bûn; aya tu Ronya ji asîman û zemînê li min bihûnî, bipêçî..!! Em têne sot in, þemalên evînê li tariya dilên tarî em geþ in.. Destdana me, silavdana bihna me, ji navbera germa dilbijînan kevoka evînê serbest firiya….!! Te digot : Eger te destê min girt û dilê min neleqiya; naxwe niþteciyên hêlînên hestan sar bûne…!! Ronya dilê min navkêla kelîna te dorpêç dike..!! ew stêlê wê kemberê ye; cîgirê ba û baranê ye; naznaz e, rengrengî û tewþ e…!! Canê dibêjim: tu li gel firiþtan hevdeng î? Nexêr mînak berê min dûrî bihna gul ferzendê neke..!! Giyan bi cadobaziya rewanan em tev li hev dibin, jînit xoþbît katî rewan yekbîn, hevstêl in çirax û find in.. piþkivîna xunçan ji kenê dil bin…!! 16. 10. 2005 Welam : bersiv Giyan : can Varende ; Varanda : berenda, vesiheke li qata jorî li avaniyan vekirî dihêlin da ko li ber bayî merov li ser evî cihî rûne.. Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Pejal Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |