Ronya – 4 ( Fîşeka Şiyariyê )![]() ![]() ![]() Ronya – 4 ( Fîşeka Şiyariyê )Peyveke fîşek bû;ne ji bal dijmin, belê ji topa devê te bû!! Ji keleka hêvî û armanacan hat; Ji pelên tenik, Şûrê herî tûj û gwîzan bû..!! Ev rastî ye.. qey tu evqasî sert û sext bî*?? dil bi mayîn û heyînê re birîndarê nêçîrvaniya gawir bû…!! Ev rastî ye!! ne bêdeng im, ne bêkêr im, li ber xwe didim û ne jî serbest im!! Teyrokê* li pelên bişirîna min daye, û kenê min li ber sêdarê qerimî ye !! Xwestek bê tirs dipeyivin; Marên hêviyê xwe li gerdenê digerînin…!! Xan û sera hene tev divê gorî bibin, bela bi xatira kenînê kavil bibin; bê rawan û jî bibin.. kozika wêran dê bipirse: aramê, rastî bûbû nerastî max*du hîm in, bi hev dikevin hêz û nêz dizanin wê kî hil bibe, kî bimîne "Tenê zor Gêzeran radike" ?!! Goşiyên stewiyayî pêsîrên guvaştî, meyê derdikîn.. xem li ku derê be bela li wir serçiçikên geşbîniyê binivin.. Bela şûşeyên şevbuhêrkên me dîsan bi tîsikan şingeşinê bikin..* Dixwazin; destên te di kela dilên xwe de biguvêşin û nehêlin bi çi tayê bilerizin…!! Tu tenikî, hew hilma min mêbûna te xelat dike.. hew li xewnedariyan bi tac û kolos padîşahê evînê bi cî dike.. Hew çav ji pêvedana pêşikên*awirên te kul dibin; Hew Sîmir bi aliyê tavesorkê de difirin, Hew dil bi bal dil de gilolî dibin..!!* Tehtoşkên geşbîniya min nema dikarin Kundên kîn û rika te haş bikin.. Endekoyên sawîran li benda çirisîna stêrên şêt qerimîn; her ko te berê xwe da Narînê, Nêrgiz û Gulnarê tevdan ji te bi pirsîn û tirsîn in ji qîlên Marê evê biryarê, dizanin ko destê Ronya li bihna wana disû..!! Ronya çirayên bizdonek ji nixumandina rastiyê dibezin.. tê evqasî xwe ker û gêj nekî xendeya dilgirtinê bê çêj nekî,* dilê pêlik li ber burcê çardeh movik e vaye keysê dibîne; nêzing xwe ji pala te rizgar dike… Dibe tu bibêjî: ma çeng ji pêlên ba rizgar dibin? Kilîta zimanê min bi Kewa canê te re dîl bûye; zimanê min dîl e, bê firyan e û bê navûnîşan e… Êvareke belengaz û tarî bû.. sozin bi ser avê diketin, ji çavên kînok pirîsk pêdiketin.. Du kew in bê hevcotî neşên biçin hingûrê; li ber bahoza nakokiyê xwe nagirin.. Çima îro ne yar im? li fala sawîran ne fêrisê şareza me!! ne jî ew siwarê li ser Hespê spî siwar im..?? Çima îro dûrî çav im?? dûrî buhar im?? derbûyê Şan im;*?? û ne ew Nêrê li nêv Hingên kewar im..!!?? Ji keysê derim; şût û rût im, li penga evînê girêka rîs im, û li sînga keskesorê tîrêj im…?? Nalînek ji ber janê tê; li cihokên dîliyê dengvedanê dike.. hênkaya ba dibêje: Yar bû, bela hêtûna xwemal li dil vêketî bimîne.. bela du canan bi hev re bisojîne heger te dil ji berbangê nevêt; bizane dem li çavên gul diyarî dikirin, buhirî… Hêz bê têz bû,* ar dibe dû rewanê te jî nema baweşîn e..!! Ma dilê te dikare agirekî din geş bike?? Ma dilê te li nama Pêximberekî din cot dike?? Ma dilê te kirasê Mar e?? buharekê li xwe dike, buharekê ji xwe dike… dikare bi qatek şima dasîtanekê biseyîne?? an dilê te nema li dûşîziya* evînê pirsiyar dike..!!?? 20. 11. 2005 Alain Emirates - Fîşek : gulle, berik - Sext : ne rastî, ne diristî - Teyrok : zîpik, terez, gogik in ji qeşayê ne, wek baranê ji ezmên têne xwar - Max : çîn, qat, an jî rêzek ji rêzên avakirinê - Tîsk : pehîn - Pêşik : pêşî, kelmêş, kermêş: bi çerm ve dide û xwînê jê dimije - Gilolî : gindirîn, xindirîn: cûreyek ji xindirandinê ye: gindirîna bi teqil e. - Çêj : pir wateyan dide: xweşî, xweşiya ji merov re herî xweş, tiştê li ser mebest û keyf û xweşiya dil, bi Erebî { zewq } bi nav dibe - Şan : komela hingan, koma mêşên hinguv -Têz : ne amadekirî, bê amadebûn - Dûşîze : keçîn, keçanî, qîz, qîzanî Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Pejal Dema weşana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |