Derdê te Derdê teBese bi derdê te ketim;Va ye ten ne durist û ne saxlem im…!! Pênûsa min li ber roniya riwê te melûl e. Tilî sist dibin, û hêza can nema ajoker e!! Tenha li ser bayê bênderan ramanan didêrim.. gelî têne dagirtin, çav hîn jî bi tirs in nikarin berê xwe ji roka te biguhêrin; û bihin nikarin xwe ji ber bayê te veþêrin.. Di 40 saliya min de dil li ber firtona evînê bê çare ma.. her salekê bi 40 tîrêjî sîwana xwe pêk bende kir.. çi hêz bû bi bayê kur re, bi vedana birûskên çavên te, bi êþ û jana li cigerê xak û meþ û tevgera min dagîr kir..? Gemiya dil li ser çiyayê Cûdî rawestiya… derdê li paja hêviyê nayête pesindan, ne tê girtin û ne tê berdan.. agirekî hilor e rivîn giha perê asîman kilîta biryarê dînoke ye matmayî li dergehê sawîran bê çare ma.. Ji sawîran sawîr dizên kiþwera diyarbû sawîr e buhiþta hêvîdar jî sawîr e!! Evîna sawîran nerm e; hêlîn li wana germ e. çirayên geþ li burca bilind in; êdî pesnê elindê ji evîna te re bi dilþadî didin.. 10.02.2006 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Pejal Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |