Bejna Nêrgizan bilind e ![]() ![]() ![]() Bejna Nêrgizan bilind eDilê xwe ji min negiremin dilêrî ji pêsîra te mêjandiye..!! dilê xwe ji min negire bê te navê min di leylanê de bê nexşîn ma ye!! Şêt e, winda ye û bê pişt e.. Li ber bahozan bê pal e û bê hêt e; pejalokê evîna te me bi dûv derziya heziya te de ta me, Ji dengê keleşêrê Zagrosî ewrên meyandî dihatin kelîn xwe li ser dilê hêzê didawerivandin…!! Wisan bûn avdarên kîna min ko li ser Enfalkirina kulîlkan bûbûn sîwan; kîna min a herî mezin a Gur û Dêw li kira sitemê bê mehder bû… Ey wêranê dil îro ji buhişta xwe bayê hênik neçelpîne..!! ma giraniya evan derdan çî din ji te mêtiye? Canê çend hezar pakrewanî bûne ewrên vegirtî û engirî..? Maç û gez ji devê wan diçirisin, qîlên sing û xiştan di laşên nazik de çi kirin û çi nekirin?? Bese ko tu li nexşan metirsî yî, tinaza zemzeloq î û beniştê bî yî… guhdan li mafê te guh hemî bê perde û ker bûn!! Ta li ser sergoyên te jî şînbûna Gulan qedexe bû, sed nigar bi ristina geşbîniyê re bin ax bûn zêrê zer jî ji destê te tûnc û sifirê bê sûde bû.!! Sedê salan silavên biratiyê ji destê kesî li ba ne dibû..!! Dilê xwe ji min negire Evîna kuç û keviran, lat û tehtoşkan stran û sirûdên azadiyê ne; mujde li beyabanan îro hemî havîngeh in qûçên goristanên te mexel in; hemû temenên qurqiçî li hêviya tola buhara xwe ne.. li xaka te hîç nizmî û xûzbûn li bejna nêrgizan tune ye û tune bû…!! 13. 01. 2006 Alain Emirates Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Pejal Dema weşana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |