Demeke xweþ bû Demeke xweþ bûEvîndarê got :Dem çû…..?…...!! Kat li katê ne hat….?….!! Tirazûya firîna rewanan, li kaþkaþokên bêciriyê þikest. Dem li hev nehat buhar ji buharê cuda hat!! Evîndar got : Çima dem çû?…..!! Çav çiya ne bi derengî çav li hev dikevin!! Bi þêranî dil geþ in; barana hestan li ser omîdên me herdem bi nexþ e..!! Helbest Demeke xweþ bû, li ser çimên dil hergav civîna çivîkên hizra te bû.. demeke rengîn bi awazin bengîn li ber lêvên kaniyan ew jî li gel masiyan bi roniyê re dikeniyan; em bi tenê bûn xweþava me* sirûda hêviyên me têlên di navbera awirên me de bi dehan perwane li ser ewan diciviyan…!! Demeke xweþ bû girrê dilên me bi hev þêrîn û þêrêz bû tu mêwa ji zêran zengîn bû yî.. goþiyên peyvên evînî li civanê þevînê doþava biþirandinê* devê me di ewan mijmijokan de bêtir li hev dibaniyan.. Demeke xweþ bû naziya nerîna te çi dergehên dar li ber ve dibûn.. çi girtîgehên dilên bêdeng bi dengvedanê li ber helbesvaniyê diteqiyan…!! Demeke xweþ bû bisk û peravên delîveya xweziya me geþ kir.. du Qazên hevcot li bejana çemê hêviyan, du mendalên bê tawan li landikekê, du Þevreþkên windayî li tunelê tarîþevekê... li nav çeplê nêrgizekê em bi hev gihan. me sînga xwe da hev li panava þeydayê du marên ziya li hev geriyan wisan bê dudilî evînê em li hev gerandin; niþkaveyî me xwe Lavlavkeke bejin naz li pencerekê dît … Xweþav : Þerab Doþav : ava hatiye guvaþtin Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Pejal Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |