Pista çavan* Pista çavan*Canê dibêje:Yar tu can û jana min î; tu mey û þîr î, li ber sînga te mîjoka jîn im tu bingehê mana min î…!! Du gul li guldanka dilê te ne li bin siya ewê alê yara azadî û bûka bi xeml û xêlî ez bi xwe me…!! Dengê min li ber guhê te payizok û heyranok e, pista çavê min awazê nazenîn e bêdeng hestan dimeyîne.. Tayên evê evîn bahozê li keleha camcamî, li ser sînga keldûmanî a xwîn derandî û hêsir rijandî pêl bi pêl bilind û nizm dirêsîne…!! Wa bi ser te de hat li destûr xwestinê nepirsî Kewa heziyê ji canê xwe li hêviyê nîþan da bi mêranî asoyê hiþ vegirt, bela birûsk vedin ew nema li ser dil bive û metirsî dibin…!! Gelawêj e, dem xweþ e paqij Entîke ye; berbejna min pîroz e.. çiqas Canbaz û Çikçiko bûm di gemþa* evîna wê de ne bi destê min e çeng þikestin, bê hêz têkçûm û ketim….!! Masiya aranê* li tora dilketinê ew jî wek min dîl e.. li ber çiraxa þeva þayik sirûda bêdengiyê bi hezar awazî belav dike.. li gel ala welat xwe li ser masa dil çikand. Xewn, xewneroj û rasteqîn tev li hev dibin kildanê peyvên yarê bi sînga min ve dibin.. kenê lib-libî bi kilîta þahiyê cîhana çêjê vedikin.. Ji her buharê Perwanek tê, ji her þanê Hengek tê û ji çavên yara min Qulzim û Deryake evîn bi ser cihanekê de tê…!! 09.12. 2005 Pist : Dengê nizm e Gemþ : cihê lîskê Aran : xweþiya xweþiyê ( tiþtê li ber çavê merov xweþ dibe ) Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Pejal Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |