PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dûrî





Dûrî

Ez dûr im û tu jî dûr î, hey Ronak dibêjim te were..

Dengê te li ber guhê min e
xweþ e,
Zîz û zelal e..!!

Rengê te li ber çavê min e,
mîna þeva sersal e...!!

Hey evîn
þekirê Þamê bi me tal e !!?

Ez dûr im û tu jî dûr î
me warê xwe berdaye...!!

Canê min bû êzing
dilê te bû agir
bi xwîna min re geriya
û rewanê te
di ûjdanê min de meya ye...!!

Pêlên evîna te
ez li ber çûm
wek Gawiran
ji gemiya Nûh dûr kirime..!!*

Hey Cûdî
li bextê te me
li kohê pêsîrên xwe
ji taloka yezdanan
min biparêze...!!

Min divê bi wê gerdenê þa bibim,
bi bêhna sosinên welatê xwe
þiyar bibim...!!

Min divê ji gewriya kaniya te
bi serbestî firek av vexum..!!

Dizanim
tu jî weke min î
nerîna te li mizgîniya
nama min î,
de were...
de were...
de were…

Va ez jî bi ber te de têm
kengî em ê bigihên hev?
kengî em ê bêriyên xwe
bikin berdêlî?*

Bi ken û girî
pîvanê biþikînin;
destê te bigirim
ne xewn be;
hêviya me pêk bê
ne guneh be...?
buhara me þîn bê,
miradê me bi cî bê,
bela pelê dûriyê bitemire...!!

Here û bê oxir
ji navbera dilên me
bifire û bifire...!!

17. 08. 2001
Nûh : pêximber, dema firtone li gelê wî rabû
Berdêlî : bi hev guhertin, bi hev dan

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg