Sozdilê SozdilêGelekî li benda te dirawestim…!!Kewên çiyayî li benda evîndarên xwe weke min nikarin bendewariyê bikin…!! Heger bibêjim tu mij î; çi dil ker û gêj î.. li ber birûskên dil qet napeyivî.. Erê weye tu sitem î.. ez nezan im, þîrmij im, çawa devê xwe bi dilovanî, mihrebanî li agirê gurr bipelînim? Qey evqasî tu min bêçav dibînî, bê serî diçim hêtûnê,* ew koh û mitikê diçim ser li hîvên cejnan dinêrim, çavnêr im.. nayê wateya xwekujînê.. Li hevrîþma sersalan ez þûnik im;* zîwana pêwendî û delîveyan* bi kulma xwe dikutim… sar nahêrim, çi kelînê ez hênik dikim…!! Bela kilîta sarinc û germavê* li bin zimanê peyvên hinguvîn bilive..!! sîwana mûmeya tiliyan li dor serê pêjna pênûsê gazindê ji te bike…!! Çiya rewan e; bo çî tu wî dehf didî…? rebeno ji ber weynên te melisî!! û ji ber gefên te kurisî…!!* Hêj tu xemgîn î? gelo þana li nizarê* wê karibe pêmayekî þêranî ji kewara mest derbîne..? bi pûkê re, bi baran û bahozê re dixwazim ko tu bê, çi delîve ye ji sira wê meya ramûsandî dilxweþiya jiyan û viyana sorgula me ye…!! Ger ez serxweþ im; dikarim guvika* lingên xwe girêk bi girêk vekim; li asîmanê çavan bi basikên nîv þikestî dê bifirim..!! perwaneyê þevên te ez bim; tu þev î ez berfa ser zemîna te bim…!! li ser mijgûlên henaseyan gelawêjê geþ ez bim…!! Bifirim, nefirim baweþîna bafir li ber dilê sozdar herdem ez im…!! 14. 05. 2005 Hêtûnê : cihê agir Kurkisî : jê hat birin, an bi cî bû du wateyên dijber lê dibin Þûnik : darê ko hirî pêk tête kutan Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Pejal Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |