Dilniya beDilniya beGewherê mebestê;navê te jî bi navê welatê min ve bû..!! li bin ax û koka darê rehên we li hilma min geriya bûn îþev nizanim kêzika viyana te bi ku derê de diçe..?? li ser piþta banê mebestê paldayî me; peyvên stêrkan dihejmêrim.. çi havîn e; çi þevîn e? lorik û dewê çaxê li ber min e.. geh gepê bi hêsran re dicûm, geh þahiyê bi strana Eyþanê re dibilînim..* ji mêvanan kozê ji te tenê re*dixemilînim; ji Serok û Qeralan re axê li ber pê te tenê avrêjin dikim..!! terîþeke pîþo li doza te tenê divemirînim.. te navê min azad kiriye te þîlana min li cegerê bi cî kiriye…!! Te guldanka pakrewanan* li pencera dilî geþ kiriye..!! gava çavan bêriya te dikir hevokên hêwî* ji Derya ziman î difiriyan û gava dil hizra te dikir; li damarên kenoke xwesteka dîtina te har dibû..!! Dilniya be; li evê dema dînoke hemû qerpalên çaxînî * ji firyana me bitirsin..!! Sîmirê bi þahî be; Dêw þikestin nema dikarin yek parçî ji laþê te bibirin, nema dikarin çiraxên geþbîniyê li govenda te bivemirînin…!! 29. 04. 2005 Eyþanê : Eyþana Elî straneke evînî ye bi dengê Mihemed Arif û gelek stranbêjan hatiye gotin.. koz : cihekî ji kon e, lê cuda ye.. Guldank : Sîtila gulan e. Qerpal : cilên kevn û qetiyayî ne.. Hêwî : ji ziwabûnê kêmtir e, hinekî þilbûn heye… Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Pejal Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |