Dawiya þevê Dawiya þevêBerî çavên xwe bigirim,ewan bi bîrhatinên te kil dikim… Ew hevokên narincî ji ser wê maseya dilî bi þahî bi destên xwe bi vir de, bi wir de ewan dibim…!! Þev e, tilûr raketî; li benda banga sibehê ne.. ez jî hîn di nav mija sawîran de avjeniyê dikim…!! Çima pelik melikan, name û helbestên te sedbare ewan dixwînim..? Çima xaniyan li dora yadîgariyên evîna me ava dikim…?* Çima pêlikan li ber serayên bêdengiya sawîran disipêrim..? ez jî nizanim…!!? Dem û temen narawestin; nema em dikarin neynikan beramber xwe bikin..!! ne ez bi rengê xwe ma me; ne ew hinetîtik li ser navika pênivîsa me ma ye.. Me xwe fêr kiribû ko bi gula nû biþkivî re em vebin.. Me xwe kar kiribû em li pey xezalan bibezin.. Xewnên me talan bûn, dûmahî li þemala þevbuhêrkan hat.. Porê reþ berê xwe daye spîtiya arzan.. kulîna geþbîniyê* hin bi hin nizim dibe.. ne bi destê me ye kelpîç ji ser dîwarên temen diherifin, û têtin xwar..!! Em herdem pesnê xweþiya do didin; geh bi wê em jiyanê þermezar dikin.. Te digot: " Tiþtê çû nede dû." li dora xwe pir çûm û hatim li hola temenê mijmijok çirisîna peyama me tête dorpêçkirin.. Kêferata me her heye dilê me her ciwan e.. Em ne Xoceyê Xizir in, Belam ew helbestvanên gerok in, qoziyeke tarî li ku derê hebe dixwazin tiliyên xwe lê geþ û xweþ bikin…!! Bi þev bû ew þeva yekem tenê min germa hêrisên te dipîvand.. Benda yekem, yasa yekem, li pertûka destûra yekem dilbijîna yekem, hevmeþîna yekem û dehfika yekem.. gava lingên min û te bi hev re bend kir…!! Þev sar bû, þev germ bû; em diçûn mêvandariya hêlînên serxoþiyê.. Rêkeftinê qelewbûna pirsa me bi tayê dûv derziyan re derbas nekir.. Çima pirs, çima pirsa girs bi dar ve ne bû..? ne ez dizanim, ne tu dizanî û eger em herdu zanibin jî hîç derzî di laþên me de nema diçin… 10. 06. 2005. Alain Hinetîtik : axeke hûr e, li ser tehtoþkan çê dibe Yadîgarî : bîrhatin Geþbînî : çakbînî Rêkeftin : pêrgînî, Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Pejal Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |