Çûna te !! Çûna te !!1 - çûna te ,li kulîlkên dilê min dibe terez . Wekû çawa qawanên dev li ken diçilmisin. wisan evîna min î bejin çinar, ji bilind paya xwe tête xwar.. . Agirê birûska xatir xwestinê, gavan bi kontakê re ditevizîne. û jîna min derbasî þevên spî dike. roka bendewariyê bi gera li dora xwe, serê min gêj dike.. .!! 2 - Çaxê civînê; dil bû þikefta "Hera " li bende Cibrîl ev çend sal divê rewþê de ye. bistiya razeyên min, ji ber peyv û çavneriyê xwe dide alî, li gelek çal û çeperên hêviyê xwe diveþart... Ta niha çi bayî tevna pîrêpîrê ne biriye , ne jî hêlîna kevokê ji peravên awira min rabûye .!! Þûrê mixabin û poþmaniyê di kalan de bêzar e, tereza malik wêran her û her bi ser kulîlkên dilê min de dibare .!! Pêre keriyê gazinan hate ser delavê lêvan, tinaz û bîranînên me li kaþ û newalên hilman terqiyan...!! Ne ez li ber aramê leheng im. ne tu dikarî rojiya evîna min bigrî. tev li tayên xwe yî rojane, em bilind firiyan…!! Va buhar kulan ji dor kenê perwanan dimale. ez û te jî mîna Qaz û Qulingan wek du tilûrên rêwî em bûne cotek û li hêlîna hingivîn vegeriyan 14. 11. 1997 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |