DibêjinDibêjinÇi dibêjin…!!?mûyek ji porê wê ji xwe re kiriye gustîlk !!? Çi dibêjin navê wê xistiyê berbejnekê û bi xwe vekiriye !!? Bera bêjin, bera bêjin tembûra dilê min, Ji van awazan pê ve naxwîne !! çavê min ji bejna te pêve roniyê nabîne !! Wêneyê dergûþa hezkirina me, ji ser riwê kaniyê, tîrêjan dide. her çavî dike tora rokê, her kesî bi xwe re dikenîne, û evînê ji dilê keviran divejîne!! Dibe ko pirsîn çê bibe. tu kî yî? ez kî me? em kî ne? bera bêjin çi bêjin !! ez û te em yek beste û meqam in; bihna hemû gulan li ser lêvên buharê em dixwînin. 07. 03. 1997 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |