Li Gulistanê Li GulistanêLi gulistanê,li ber siya darê, li nêv hevrîþma ji dilan derdihat, can û keser û nimêj li yek torê ketin dîliyê… Dil ji danê ne rawestiyan, kursî ji hembêza masê ne liviyan. bi Laleþ me sofîtî dît, em gihan "eþqa" Cezîrî, em gihan bin baskên yezdanan, me þev û xewn bi hev re perest… Ahînên me bi pêjnan ketin pêxîla hev, û çavan bi sedê pertûkan di bîbîkên hev de xwendin. heya peyv û xêz û perparên rewrewkê tev li hev bûn. rewanên me wek du burcên roniyê bilind bûn, pinpinîkan li ber þahî dikirin… Asmanê gulistanê, werê dev li ken bi dîtina min û te þa dibû ... Pelên daran siya xwe dimijandin, û bihna jînê ji hinavê xwe didan . Kavkulîlkên pistepista me, riwê evînê diqelaþtin. bi xêrhatin, her tiþtî li me dinerî bi me re dikeniyan . bi her hawî, li her alî, xunava hestên me dibariya.. Li gulistanê, li ser lêvên sosinan tîpên hêviya me meyan. bi þahiya me re nêrgiz, nesrîn û yasemînan mehra dilên me birîn, û tevaya gulan gotin: ev e mizgîn !! 09. 07. 1997 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |