Gava tu çû ! ! Gava tu çû ! !Gava tu çûte ev agir vêxist. pencên rokê, ji ser holka dil te rakirin. Min bîrek li gora tîbîna xwe kola, ez daketim û daketim, agir di hindirê min de dilîze, û av tihna min sar nake.!! Gava tu çû nû li gunehan hay bûm; nû min guh da lîska êgir, hunerek di dilê min de çêkir. ji xwîna min, çavên xwe sor dike !! ne hiþt ez kela hêsran bimijim.!! Tu çû û hundirê min vêket, tu çû û dilê min ji qanê ket. awir li benda vegera te, li hev siwar bûn, bilind bûn, bilind bûn … li nêzîk asîmanan naskirin rivîna êgir tu hêz nade ser. 07. 03. 1997 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |