Peyama min Peyama min Bîranînên te,bûne ewr, xwe li kohê çiyayê min girtine…!! Bîranînên te, tavên buharê ne, di hilma min de derd û kul harkirin e!! Ramanên min bûne deþt, lehî û firtonan, ew dar, gul û fêkî, wek leymiþtê li ber xwe birine…!! Min digot; ez mûmek im di birîna te de vêketî me !! Min digot; ez nexþekêþê dîroka te me !! ji bo wê hiþk û ter laþê min bûye mûmdan…!! Gava te xwest, di ser serê te re, ez bûm refekî murxan. Gava te got; ji ser lêv û zimanê te, ayet bi ayet di jîna tekoþînê de, ez bûme pehlewan…!! Peyvin þayik, hevokin ciwan, babetin mezin, ez bûm kilît bi min girtîgeh vebûn.!! Ez bûm rengin zelal, bi min armancên te xuya bûn.!! Ez bûm dîkilê sibehan, banga bû þoreþ, bû ferman, xêr nake xew; rabin… rabin… li cîhanê min topa azadiya te teqand.!! Ez bûm dildar, ez bûm evîndar, ez bûm Ehmedê Xanî miftiyê civîn û civandinê bi noþî yan ne noþî, her tê bixwî, ji dew nîviþkê (Nûbuhar). ji bo piçûk û mezinan ji bo kurdan … raweste… biramîne… ji bo yekîtiyê… hevgirtinê … dasê navêje zadê sînordaþan. qûça pir nekin… cihê nebin.. ez bûm genim, peyama min giha yezdan, ez kurd im… ez kurd im… ez kurd im.. 24. 08. 1998 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |