Aram û saman Aram û samanLi ber peravên derya te…dimeþim, û sergeþt im... Bê kelek û gemî me, ne jî avjeniyê dizanim.!! çend nivêj min xwendin, tu kes bi hawara min ve nehat... min berê xwe da rokê, di cihê xwe de zîz bûye û rawestiyaye!! Tîrojên wê bi ser holka dilê min de dikevin, û bi siya min re dikenin. dizanim derya te kûr e, dizanim avjenî lê ne hêsan e…!! beramber jî diramînim, aram û samana bi evîna te re bikêþim, heger li ser dirêjiya temen be jî ne giran e!! 01. 09. 1992 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 04 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |