Ezîza Yezîdî ; di roja 28.02.2005’ de bi Zarokên xwera bi Gilebaranê hat þehîdkirin.Partîya Demokrat a Kurdistan - XoybunPiroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !http://www.pdk-xoybun.com* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *Xezala PakrewanDil dibêje :pênûsê deyne ser pel.. Kî dikare, evîna welat ji baxçê çavan reh û kokê bibire..? Kî dikare, devê Xezala evîndar Ji çêra buharê li deþta cezîrê bigire..? Kî dikare, Berê cihoka xwîna pakrewanan Ji avdana dara azadiyê biguhere..? Dilê min, Pirsên evê pênûsê bi dawî nabin..! Tenê mikurvaniya xwe li Qamiþloka birîndar dide.. dema li ser rewanê Xezalê sîwan bû; li ber Lîzgeha matmayînê çavên Xezalê bi rewanên pakrewanan, bi kevirên li destên Zarokan, bi qîrîna Dê û Jinebiyan, bi ala rengîn, û bi xwîna qehremanan re dipeyivîn..!! Ho Xezalê..! rewanên we doza hev dikirin, Gule û fîþekên kînok li hember vîna we tiþtek nedikirin..!! her dilopek xwîn li xaka welat mûmek vêxist.. nêrgizên evînê li ser gorên we geþ in.. hêsirên sêwiyan, barîna berxikên mîjo, û nalîna dilan ji her hêlê de bûne tekoþîn… Xezalê li min bibure, Bi avjeniya rewanan hûn ji me siviktir bûn Bi rijandina xwînê hûn ji me comerdtir bûn… Lê kîna dijmin li min û te û me ew rik û kîn e, tu Kurd î, ez Kurd im, em Kurd in, ev Kurd in, ew Kurd in û hûn Kurd in… bê þerm û tirs perwanên welat bi ber roniyê de dibezin û dibêjin: belê em jî Kurd in..!! Birîna xaka patrolê divebe, ew jî dibêje: ez Kurd im.. pembû, genim, nok, nîsk û zeytûn ji Efrînê ta bi Çavîka Dîwar dar bi dar û lem bi lem tev li zemînê ew jî dibêjin: em Kurd in.. Pirsa me nehatiye û nayê darvekirin. Bi zimanê Kurdî dipeyive.. Doza Xezalê û Þêrên serhildanê jîndar e.. Her parek ji dilê gulebarankirî bûye pêtiyek Her çipikek xwîna paqij û zelal bûye buharek.. Û her rewanekî pîroz ji azadiyê re bûye darek… 12. 03. 2005 Diyarî Pakrewana Kurd Ezîza Yezîdî * Helbesta : Ezîz Xemcivîn * * *Ezîz XemcivînPiroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !http://www.pdk-xoybun.com |