Her.. li bendeHer.. li bende me!!Her li bende me!!kêlîkên þevê sawa hev dimalin; "dem ji demê fedî nake".. her li bende me..!! Û tirseke xwînmij li sînorekî cudabûnê nîv alekê bilind dike…!! Bo çi, çima? ne lem karin bêjin; ne þax bi mebestê digihêjin, ez roniyê doz dikim her li bende me.. !! Kaniyê çavên xwe vekirin, li warê min jiyan herikî… Bilbilê xewnê ji hêlînê firiya hêviya min li burcê sêzdan ronî veda…!! Li wan qatan gihiþtim sînorê perdê dozek ne diyar, çend rok li paþ wê berevaniya xwe dikin…!! Çavê min di aþê tavikê de awirên dûr, nerînên durist dike ko bihêre…!! Dilek erê, dilek na destar geriya hoy felekê…destar geriya erê …erê… na…na…!! Dest hat agir da bin hêtûnê; dest hat ax û xwelî veda.. û ew çiyayên þermezar li ber qêrîna min heger digirîn, heger dikenin qebqeba wan dîroka min dida…!! Di kat û keysê de konê berfê ji zimanê min bar kir..!! Çîçikên peyvên qerimok ji hêlîna rûsar biderçûn, sînga çiyayê min bû ronî hey çiya tu dizanî hîn þîrmij im!! Her li bende me !! Her li bende me !! 12. 08. 1999 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 22 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |