Dereng e…Dereng e…Zû were jîna minavaniya li ser hêviyê avayî me..!! Were piþkojeke nazik li serê þaxa jiyê min veke..!! Were bê giranî li ser kolînê te hildim… Evrazê min hetavê li Sereba can ji xemla xwe bide …!! Mistek ji rewanê min tu dayî; ji kezebê bersivê bistîne…!! Were li benda te koç û karwanê xweziyan rawestiyan…!! Hinek ji aramê, hinek ji bilindiya namê bûne peyv ji sebr û samanê weþiyan…!! Were Mesîh û Mûsa hatin, çiya xûz bûn, sîngên me ji bo te li hev hatin…!! Bendewariya Mihdiyê zeman di evînê de bûye tov; ser çavê min xatirê þahiyê gulên kesk û sor di buhara pêjna te de xemilandin…!! Were kedera min, hinetîtka dilê tehtika min.. Li zinarê civînê kewo! Bixwîne!! çepikên me ji te re sosin û sorgul vejandin …!! 03. 04. 2001 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 22 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |