Dengê te Dengê teDengê tedîlok û heyrana Xecê li Sîpanê Xelatê….!! Berfxurka kohê Metîn, xuþxuþa bengîn ji pêlên Zab û Ferat tê…!! Dengê te ji ewrên serbest tê dengê te… awirên peyivok li sawîrên azadiyê ji nerîna bîstanê ciwaniyê tê… Dengê te bilûra hêviya Þivanî ji welatê Bavê Fexrî, ji welatê Edûlê û Derwêþê Evdî tê… Dengê te bilûra kalemêrekî ro li ber ava ye…!! tîrêjên biyan ji hinavê birînê dike der..!! Dengê te mûma rojbûna te bû, sosina buhara xewna te bû wa tê .. birûskê ve dide.. dengê þîrê þahiya bêrîvanê.. Dengê te awazên þehê dar li porê zerî û xatûnê, govenda tiliyan li ser sînga evînê…!! Li gerdena kehrebanî beybûn û reyhan bi þayikbûna cam û mermer e..!! Dengê te li laleþa sirûdên perestinê ye vêxistina Zerdaþtê kal bûn.. !! dengê te dibe pelên Zend-avista bawerî û roniya Hirmiz dengê te… her dimîne dengê te…!! 22. 07. 2002 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 22 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |