Hey buhar im Hey buhar imHey buhar im,bi te hatim bi te hatim wa Bilbil im, te geþ bikim; wa Qaz im mizgînê bi te bidim..!! Hey buhar im, çi me? deþt û mêrg im lema bîstanê hêviyê me? li serê þaxê piþkoj im; rengekî xweþ im, bihna þevnemê min ji kenê te vedida …!! Dilê min, bi te hatim … bi te hatim … ronî bûm di roniya te de wenda dibûm bayê viyanê biweþîne… Ji te hatim, bi te hatim hey buhar im; dilê min li mêrga evînê distirand dengê azadî qebqeba çiya serbilind li kohê Metîn li Agirî, li Zagros, û li Kurdaxê wa distirand…!! Hogirî berqef û þikeftên xwedînas, koz û çalên mêraniyê, evîna çiya û berfa zinaran dibûm…. Ji te hatim, bi te hatim, roka azadiyê bayê bihin vedanê û dengê hêrana destar li ber kevirê Laleþ perestvanê hebûna te sernixûz dibim… !! Wilo hatim, wilo dimînim; li dilê te dîl im girtiyê sîwana hezkirinê me hey buhar im; li me geþ be baran e, berf e… Balinde û tilûr im, evîndar im, rengê te bi min herdem jîn e…. 21. 12. 2001 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 22 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |