Heysem Kiço Heysem KiçoÞîna lîzevanê bi nav û deng: Heysem Kiçoli bajarê Qamiþlo Lîzevanê Yana Cîhad bû. Dîsan dilê min nale nalê dike; vê êvarê çeleng û Çikçikanê Yana Cîhad ji nav me bar dike..!! Li bavê Felek dibe mêvan, li ber tembûra wî goga xwe bilind û dûr davêje, stêran þiyar dike…!! Ji niþka ve dengê stranekê tê "nalînek tê guhê min, lê winda û nehan e… agir berda dilê min, tev bû pêt û duxan e" Lîzgeh li ber te ye bi lingê polayî ji mîrata basê wê gogê bivirîne..!! Bela bavê Felek ne xeyide, bêje bilbilê xemgîn bêje "feryad û sed ax û eman" bêje heyfa evî emrê ciwan" bêje…!! Mêvanê te þêrîn e. Mêvanê te zava ye govenda wî xweþ bigerîne… !! heger tu karibî dengê xwe bigihîne " Lava " dizanim wê gelekî li hêviya bavê xwe bimîne…!!? Ey Qamiþloka wêran geh tu xemgîn î, geh tu xemgîn î, û geh tu xemgîn î… !!? ma tu ne westiyayî..?? evqas em barê te giran dikin, birînên te pir bûne stêrê Yana Cîhad jî tev li wan dimîne… !! Dayê ne tu tenê xemgîn î bi hezaran dayikên xemgîn agirê dilê xwe weke temaþeya Sînema Amûdê li gel te bibîr anîne … !! Qamiþlokê gava darbesta zavê te hat, bi gulan xemilî bû; gula herî xuyanî Bavê Lava bi xwe bû… !! Dengê stranê û reþbeleka malik wêran ji Dêra Zorê heya bi dilê te asman û zemîn ji ber hejiyan…!! Koça dawî bû deqê lîzevanan ew mûma bi ronî mixabin zû vemirî… !!? Dubey, 25. 010. 02 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 22 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |