Çakbînî ÇakbînîHoy……hoy….!!çav þiyar û vekirî ji min dipirsin, bi stêrkan re diçirisin .. Dengedeng li newalan bela bû, bi çiyê ve dihilperikî…!! Bi bayî re hevrê me te nabînim; bi Qulingê zozên re hêviyan dixwînim.. Tu dibêjî berovajî buhar tê avdar û tebax du baskên xewnekê bûne!! Geriyam li te geriyam … Bêrîvanî hatin; meþ rewan Qaz, Qumrî û Qitik hatin… ewr, mij û moran bînahiya min girtin ..!! Çav li ber xilmaþbûnê ne bi peyv in…bi pirs in ….. ne di nav peþk û dilopên baranê de ne di nav leylanê de, û ne di bahoza bendewariyê de li hemû dever û aliyan te nabînim, te nabînim… Xewnê!! dilê min ji lêgerînê naweste… Þevînger im þivan û pêwan im li ber hêrana derdan qeraþ im… !! Sibeh û êvarê Awaz û newazan dibilînim … qebqeba kewê nêr im, hergav li zinarê evînê sirûdan dixwînim .. bi hêvî me bi vê qîrînê te bigehînim…. !! Heger tu xewn bî, ez ê bêjim heger tu leylan bî, ez ê bêjim tu strana min î ma çawa te nebêjim? Kaniya evîna me diherike li bin siya daran li ber bihna nêrgiz û sosinan çirûskek li ser avê beramber min geþ dibe, yekcar ji çavan min bawer nedikir.!! lê çi bikim dilê min dikele dilê min înan û baweriyê bi cî dike…. !!? Ava sar û hênik dibiþire….!! Kenekî piçûk tê ser lêvan wêneya te di roniya heyvê de þanî min dike û dibêje fermo hey çakbîn..!! 06. 11. 2002 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 22 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |