Ey QulingEy QulingEy Qulingbihna bayê buharê sertîpê geþbûnê mûma newroz û sersalê rûmetê evînê û guhdanê derdan tu wî….!! Qulingê min pênûsa ko li asîmanê Kurdistanê tu firandî yî ji te re digot: "Bi xwedêkî ey Qulingê min biraweste hela carek ji te re bêjim du-sê peyvan" Bêje me ey Quling ew razê Tîrêj di guhê te de got bêje û bigehîne milet… Tîrêj barê te giran kir, derdê wî bêje bi stranî, bi helbestî bêje, derdê Tîrêj bêje! Kaniya wî diherike gewriya me pê þa bike… em tîne, lê te berî me ji derya helbestan vexwar te jîna tekoþînê anî ziman Tîrêj tu firandî, tu gihandî û digote te: buhistek ji xaka Kurdistanê nadim bi milkê cîhanê…!! Li dûr binêre, li sîpan û xelat bi roniya kofiya Tîrêj girêdayî ne … Ew tiliyên mûmdayî peyvên azadî ji wan herikîne.. ji pênûsa Seyda pir kevok firîne..!! Ey Quling mizgînê belav bike seranserê welat bi roniya dîwanan, bi helbestên evînî, ji zayîna roka bi tîrêjan geþ, ji hilma gul û nêrgizan, ji awirên Baz û Hidhidê Suleyman kalekî rênas û rêzan herdem bi hêvî hêvî bi ronî; ronî bi jîn e… Bejin bi þal û þapik e xurtemêrekî cengevan..!! Li pey Pezkoviyan dibeze.. "Siwarê dêw e Gamasiyê Xabûr e" Pilingê diçe nêçîra helbestên Xezal þev û roj li ber me birçiyan danîne…. Ew baxçe û gulzar bi xwîna xwe av didan.. çendî dixwestin dengê Seyda bigirin, birin û anîn gavkirin û pîvan dawî naskirin ko rok bi destan nayê veþartin .. Tîrêj tûj in, pir û belav in erê dikevin paþ ewran ewr diçin, ew dimînin!! Ey Quling ey pêximber û þandeyarê Tîrêj nama ko sipartiye te pirtûkeke pîroz e heger tu koçber bibî, heger tu derbeder bibî, û bê mal, cî û war bibî bigihîne milet.. !! Tîrêj dibêje: bindestiyê nekin, birakujiyê nekin, wek dîkilan hev nexin, bi serbilindî bijîn… Ev banga han ji sînga têkoþerekî belav bû, ji sînga Agirî, kohê Metîn, ji Meydana Çarçira, ji xwîna Suleyman Adê mûmê newroza baþûr.. Ji tifinga Barzanî, Qadî û Þêx Seîd, ji rêzaniya Qasimlo diçirise, bilind û belav dibe… Ey Quling em dizanin barê te giran e; lê nama Seyda divê tu bigihîne, divê ker û lal û kor pê hest bibin.. Ey Quling bawer bike dilê ko helbesta Seyda bigihê ew dil êþ û janê nabîne na na bawer bike êþ û janê nabîne…!! Namak ji seydayê Tîrêj re : Berî Seydayê Tîrêj biçe dilovaniyê, min ev name jê re rêkiri bû, lê mixabin ne gihayê… 04. 03. 2002 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 22 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |