Babirk Babirk*Bîranîn bi te rekêþan û berdana bihnê ne… hilmek tu wî, û hilmek evîn e…. Salmidêr te piþikên jîna min dorpêç kirine.. Di þevekê de te digot: bi xemên dîl, em yek rewan in; perwan e û gul in, ez bi te me, tu bi min î ez ewr im, li ser basikên bayê te difirim… Dîlbera min peyvên te herdem zengilê bîra min in; li çi welatî bim, li ser çi axê bijîm bi rokê re tu diçî ava bi hîvê re þeva min bi te ronî dibe.. Hîn jî þahiya min di derya kenê te de avjeniyê dike..!! Ey sitemkar nizanim çi ji te re bibêjim.? rewanê te ji min dûr nabe !! hevgihan bi te re ji sawîran nayête daweþîn..!! Ava coya dil ji bal te diherike. pêlên hêza evînê li bal min xuþînê dikin.. !! Çendîn þevbuhêrk me bi hev re ronî didan.. li ber wê neynikê wêneyên me dibûn du masî li ber peravên evînê di avjenî de mest diman.. !! Þev zîz, ker û lal e.. ji pêjna awirên me pê ve, bê kes û kûs wek Xecê li Sîpan bê xwedî ma..!!. Em ê çawa vegerin ewqas ji motikên bîranînan dûr ketine ? Her yek ji me li dûriya xwe diþewite !! Tev ko em dizanin em rêwiyên riya dûr in; cî û war sar ma ne !! Ji zû de min ew hêsir ji ser dêman ne dane alî.. ji zû de sawîrên me li ser ava xabûr ne xuya ne… !! Buhar tê, buhar diçe… salek, dido, sisê û deh xaçirêkên bê bext riwên me kolan e… Por sipî dibe lê her bihn û hêvî ciwan dimînin… Ramana yek salî wek niha bû… Piþtî evê dasîtanê, evê malik wêranê û piþtî ko mûma temen bi ser nêvî ket, ji nûv de em li helbesta yekemîn hay bûne, Ji nûv de li tizbiya kul û derdan vegeriyan e..!! lê dixwazim tu bawer bikî ko dasîtana evê evînê bi dawî nabe.. Her helbestekê diçînim ji xweber polikê te li navnîþanê wê geþ dibe !!? Pê re dil vedibe, birîndar dibe, xwîn jê diherike dibe çem û çem dibe gol û derya… Gava serê xwe hildidim dibînim keleka dilê te li ber wan henasan bi þahî û dîlan e.. û ala babirkê bi navê Xemcivîn rêberiyê dike.. Dilvîna min peravên evîna te di awirên wî de armanc û jiyan in… !! Babirk : a li ser gemiyê tê hildan û li gor ba gemî diçe 25. 05. 2002 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 22 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |