Reyhan hîn jî li ber xwe dide Reyhan hîn jî li ber xwe dideDilên bi kula hev man,bo çi hev berdan? mehra asê li ber destê kê hate birîn, çima hev berdan ? Gunehên te pir giran in. çima te ew pelê þewitî rêkir ? Wek du Ordekên avî hevcotbûn, çi pêlê ew cuda kirin.? Li ser destê xwe min evîna te xwedî kir li ser benên hevirmêþî û li ser textê ac min kildanê xewnên te bi cî û war kir. Bese te xwe sipart kavilan sed oxir be, sed oxir be ! çendîn pirsên sêwî li cadan birçî bê nan û av in, bi dijwarî dibûrînin serme û qeþa þehkê poran bi ser cobarên hêsran de diþikênînin. Peyva rast li ku derê ji zimanê te ketiye? Bigere dibe di paþila "þeva qedrê" de tu wê bibînî.. !! Çendî dilê min bi te re rast bû, rojekê tenê ji te pê ve dilekî din ew ne hejand, wilo fêr bûme oxir be, oxir be.. berî cilên min peyvên hesinî ji talda keserê bi ber te de bivirînin. ! Çima û ne çima te hilma min kir þûþê {Ela-edîn} bi 40 dizî re te jî dilê min dizî….. Dizekê; min nizanî bû ko diziya bi rojê karê te ye..!! Dizekê; min nizanî bû stûna asê bi derziyê tu wê hiltînî!? Dizekê: çi bêjim, min digot; sed (Ela-edîn) û þûþê xwe destên me ji hev dernaxin. !! Mixabin li ber dûmana þûþeya camcamî tu firyayî…. !! 16. 02. 2003 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 22 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |