Ronak RonakÇendîn bîranînanpel bi pel divegerînim, çirûskên belavkirî ne…!! Ne dikarim bihevdim, ne tu dikarî gurzên peymanan gelwaz bikî.!!* Diçe û tê li dor xwe dizîvire, gelo ji van çirûskan pê ve wê çi bibîne.. ? Dilê min hergav gencîna te bû, ta roja îro ji pirsên te ew vala nebû.. !! Taþtiya Kewên hêviyên te her li ser nîviþkê meþka evîna me bû.. !! Heger te ew kir roja do? mane ji siba min rizgariya te tucarî ji bayê buharan bivênevê û bê çare bû.. ?!! Wa Gîsika çiyayî destê Gurgan çendî dirêjî te bibin ji min pê ve kî dê te biparêze; mane ew çiya ez bi xwe bûm… !!? Ma avdonka þevtariyan çi zû ji bîra te çû? yan tihna tifika þevên zivistanê em li dor wê diciviyan evan salên dûriyê ew sar kir…? Tu bawer bikî hîn Kitika te li ser kaboka min e.. !! Hîn ew dîwarê em li ber dibûn yek wêneyên me ji bîr nekirine..!! Her pêlweþek ji dil bi hizra xwe pîvanê dike, bihîstina dengê bêdengiya çavên te li ber çavên min e.. !! Biçe tu bi ku de biçî; kî te bibe, kî te bistîne, min dilê te biriye û di dilê xwe de ew dîl kiriye..!! Pîroz be li wan dest û por û laþê ciwan; ew kenê tije ahîn û kul pîroz be na weþe û nabe neyþekir, ma kî ji min pê ve dikare li ser lêvan mûma geþ bike bûk û bixemilîne.. ? Dîlberê þeva zayîna evîna te ji ber serê roniyê ranebûm..!! Þîrmijê li ser van destan te çavên xwe vekir cîhanek biþirî û geþ bû gava navê Ronaka dil min li te kir… !! Gelwaz : wek dorpêçkirinê ye 21. 02. 2003 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan Dema weþana helbestê, 22 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |