QAMÝÞLOKÊ QAMÝÞLOKÊTeyrê bazçendî bi firê bilind bibe, çol û çiya dûr bikeve, herdem bi çavên evînî li hêlînê vedigere..!! Ji serê sibehê de agir di hinava Qamiþloka min de dikeliya.. dema Qahfreþ lê bûne nijdevan; bi çepelî tevna pîrê rakirin, hêlîna tivîlkê xerab kirin..!! Qamiþlokê meþxela 12 adarê di dîroka te de vêketiye.. bi qehremaniya zarokên canpola navê dayikê di asoyê azadiyê de ronî da..!! Qamiþlokê Kevokê dil ji te re min kir hêlîn çav ji te re min kirine kozgeha evînê.. Feraþîna rewanê min tu wî, xezala li ser lêvê, kaniya her peyvê, stêra þevê, cana ji canê te sûlavek hezkirin dizê..!! Qamiþlokê Ji vê sîwana tarî qîriya, ji keseran zemîn hejiya.. lîsgeh bû pencere ji xumxuma ava serê kaniyê, ji birîna girê þermola, ji hêrsa dayikan, ji raperîna zarokan, ji êrîþa bav û biran, ji nalîna pilingên birîndar rewanên çivîkên serhildanê bi firê ketin..!! Qamiþlokê bi gulebarana bê ûjdan perwaneyên evîndar, hem kevokên nûfirî ji hêlînan bêpar kirin... Bi dengekî þewat xakê bang kir þehîd namirin.. Dengê serhildanê giha erþê asîman avdara 2004an peleke nû li dilê te vekir dîrokê..!! 12. 03. 2007 Helbesta : Ahîn Zozanî Dema weþana helbestê, 05. 04. 2007 Ahîn Zozanîhttp://www.pdk-xoybun.com |