Çemê keserêÇemê keserêBayê felekê bi þermîbi dilekî þikestî bi gilî û gazin buhirî.. Ewrekî tarî ji kela dilê xwe bi ser zeviya þahiya me de anî þev li bajar geriya taveke xemgîn bariya kaniya ken miçiqî gula peyvan li ser lêvan çilmisî çemê keserê bi pêlên dîn ji cegerê herikî..!! Bûka buharê giha evîna sibehê, çav li gulê ye.. xemla darbesta delalê.. ala rengîn li bejnê ye.. agirê newrozê êdî vêxin an li hêviya destê pakrewana welatê rokê ye..!!?? Qêrîna zaro û zêçan ji êþ û birîna dê ye.. zemîn hejiya; raperîna hestan ji ahîn û nalîna felekê ye.. Çendî bêjim bi te serbilind im.. navê te bidim ser pela azadiyê bi fîxana evîndariyê li ser pêlên ba bikim sirûda kewa sibehîn û li paytexta evîna xwe bi zêravê, tîpên navê te binivîsînim.. 24. 02. 2007 Ahîn Zozanî Diyarî : Zarokên cêwîrewana min E. Z Helbesta : Ahîn Zozanî Dema weþana helbestê, 05. 04. 2007 Ahîn Zozanîhttp://www.pdk-xoybun.com |