PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Awirbaz




Awirbaz

Roka azadiyê,
bi xebat û tekoþîna gelan hiltê..
Paþeroja miletan
bi awira bazan tê hûnandin..


Heya bi awirên te
bihinvedanê didin dîrokê
kalê çiya,
pêþmergê rokê
tifinga bi ceger,
stûn û sîwana xaka þêrîn..
Min çav vekir;
tu li asoyê dil bû..
Min dil vekir;
tu þivanê xwîna þiyar
û bexçevanê zimanê bilbil bû..!!

Dema keviran li rênasan dipirsî
Xak û zemînê
li taca þoreþgeran
padîþahê çiya gazî dikir..

Evînê çi dilê mezin
welat di hemêzê de çira ye
çira ji çavê Awirbaz
li ser text û mîrgeha þêran diçirise..!!

Awirbaz;
siya awiran
li rêza xebatê
navûnîþanê dilêriyê
li dergehê þikeftan
ji kaniya xemgîniya dayikan
ji evîna dehl û deviyan
agirê þoreþê hilbû..

Welatê leylanê
leylana jiyanê
çendîn sal
bi gufûgoyên þevbuhêrkên zindanê
bi dengvedana guleyên birînê
bi dawerivîna lîlava cegerê;
kulîlkên çiyayê serbilind avdayî man ..!!

Dilê roniyê
roniya te da pesarê dilan;*
cihok û best bi hêza hestan herikîn..
Pêþewê mêrxasiyê;
mêrxasî li xwediyê xwe,
xwedî derdikeve..
çavîkên tekoþînê ji nav dilê te
ji evîndariya lat û hîmên hêmanên azadiyê
derbûn û teqiyan..

Li ser mijankên kilkirî;
fenerên alê kom bûn..
Holikên maf û doza me
di bin çavdêriya pilingan de ava bûn..!!

Awirbaz;
li welatê nemiriyê
peyvdana pirîskan
di pesnê de bêzar dibin..
gulzarên xewnan
bi firiþtên civatê dixemilin..
Kê rê li ber siwarê
demilqeran û rehwanan dûz kir;*
kê ala rengîn bi destê Awirbaz de
sipart û pîroz kir..??

Xwediyê înanê
dilê te piþt û pala milet
çiya bawerî da çiya;
hevokên awiran
jînname
li ser çengên çiya vexwendin;
bi rêbaza roniyê
volkanên xav ji bihna jiyanê vêketin,
Sembolên hebûna dozê
li asoyê welatê pîroz;
navê Awirbaz
li ser rêza yekem di dîroka kurdan de
berbejna viyana civatê
di hiþ û baweriyê de hat nivîsandin: Barzanî…


Diyarî : Serok û bavrewanê netewa Kurd
Mustefa Barzanî


Dubey, 26. 02. 2007
Helbest : Ezîz Xemcivîn
Dema weþana helbestê, 05. 04. 2007


Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg