Şêrkoh Hopo : REWANPAKÊN 12Ê AVDARÊ ![]() REWANPAKÊN 12Ê AVDARÊDiramûsim wan destên te, li gel wî kevrê cigerdarRewanpakê vê dozamin, tu bûye rêber û serdar Serhildanate rewanpak, hejande kevlê sitemkar Şadkir dilê kurdperweran, li paytexta mey birîndar Qamişloka evîname, şarê Cigerxwînê hesar Ev rûdanek dîrokîye, berxwedana wesa pêdar Jibo dozamey netewî, millet amade û hişyar Lipê dozatene îro, bi´te serbilind û payedar Bi xwînaxwey ergewanî, te avdaye ev xak û war Ji Amûdê ta Zorava, gel rabûne bi zav û kar Xwînatey sor rewanpakêm, li jîname kirye buhar Millet kirye yek hêz û dil, ji bo dozê himber neyar Li Efrîn û li Kûbanê, navê teye hêza jîndar Berxwedane serhildane, li dij rêjîma sitemkar Şovenîstê Selîm Kebûl, kuşti´na kurdan jixwer kir kar Mizgîna cengê daye Şam, bê biryare hovê Beşar Beşarê bê hiş û mejî, diktatorê nûjen, kevnar Li şam bûye şêwirdarî, tirsîye rêjîma bêçar Erebperestên şofînî, helestin dil bi kîn û jar Faşistên rêjîma Baas, li gel wî Xedamê xwînwar Ev Rêjîma kevneperist, bi ordî û bi çek û ar Xwestin kurdan vebirînin, weke Hema bikin kuştar Êrîş dane ser gelême, bi girtin û zindan û dar Nizanin ev ne Hemaye, ev Qamişlo ya ronîdar Şarê hebûn û jiyanê, ji bo kurdên umîdewar Miletê kurd vane rabûn, xwelya salan kir tarûmar Dê serhildan berdewam bin, çarenûsî bome nûjdar Xort û keçên îro vane, bi zanistî bûne çekdar Çekdarên zanîn û aştî, li her hêlêne xebatkar Li dergehê cîhan dane, deng vedane herçar kenar Cencewîdên Baas û Efleq, êdî nemaye bo we çar Çûye dema terorawe, dadgeha gel vaye lidar Tirs û sawa we ya salan, li´dîroka reş bûye nîgar Rewanpakên doza kurdan, serîhildin nebin xembar Miletê kurd li meydane. al hildane li gund û şar Hildin doza serxwebûnê. cihê bibin em ji neyar Serbixwe û azad bijîn. bijîn bi serok serdar Kurdistaneke serbixwe. cîhan dê bibî ronîdar Swêd - Stokholm, 11.03.2007 Sherkoh-h@hotmail.com Dema weşandina helbestê, 06. 04. 2007 Şêrkoh Hopohttp://www.pdk-xoybun.com |