KEZÎZERÊ KEZÎZERÊli perestgeha awirên dilê temelodiya xwezginiyê dilorînim bedewiya te di axîna maça xwe de diguviþim bêhna binevþan ji bîranînan difûre giyanê min di evînê de dîl e li serkêþiya govenda te meydan diheje tu li asîmana hebûna min dûmeqeska pencera oda min î li þevbihêrka evîndaran hênikahiya þewata kezeba xortan î li awazên fetisî pirqîna gewriya nava dilan î li temenê zivistanan berfîna li qûntarên Çiyan î li bêdengiya þevistanan kaniya peyvên min î bêrîkirinên min li hesreta zozanên bejna te diçêrin li binehiþiya xewnan dengê diltenikiya henesa te me di keskesora çavên te de li veþartokên zaroktiya xwe digerim li temenê kambax ciwanekî kal im min coþ û þahî ken û girî li paþila asoya çarenûsa xwe veþartin were bi gulgenimên porê xwe bextewariya kal ji nû ve bihûne bi çirûskên bîbikan ewrên xeyalên min bireqisîne li tenetiya siya þevê stêrkên xwe di gerdûnê pêjnên min de biçirisîne li Welatê min dîlana raperîna newrozê bigerîne bi biþirînên lêvên xwe kevokên aþtiyê li parzemîna dilê min bifirîne êdî þev û roj di kesera dûmanê cixara min de sergêj û mest dipekin gewde li min dilerize giyan diheze xwîn digevize qolincên mêjî ditevizin were kezîzera min di agirê qefesa xwe de min vejîne þewata nalînan bi cotmemikên sînga xwe bikewîne Stockholm, 11. 01. 2007 Xizan Þîlan xizan_silan@hotmail.com Dema weþana helbestê, 13. 04. 2007 Xizan Þîlanhttp://www.pdk-xoybun.com |