Bagera stemêBagera stemêXakê;bawer neke tucaran durî te bikevim..!! Xakê; dûrî te dil windayî me.. helbesteke nexwendî, di pirtûkek bê nav de me..!! Dareke pel weþiyayî li daristaneke jibîrkirî me, deþta gundekî bêkes im..!! Xakê; heger ne roka te ba kî dê min bibîne? Xakê ger li bin roniya te bim; bi çavên kor tême dîtin… Bi zimanê lal tême xwendin. û bi guhên kerr jî, tême bihîstin..!! Xakê; tu bi bihna xwe þalê zivistanê ji min re dirêsî...!! Bi wê evîna pak û boz ji serma demtariyê min diparêzî..!! Bi ciwaniya siruþta xwe bi keskesora awiran tu min dipêçî..!! Xakê; di gulistana jiyanê de gulek bûm destê nezan min ji dilê darê çinî; di tuneleke tarî de di guldanke teng de bicîkirim.. Ba ji ser min birrî.. û rengê rokê ji min dûr kir..!! Matmayî dimînim, ko bi çavên tûj dinere û ji min dipirse: gulê çima tu diçilmisî? Xakê; dema çav li te ketim ; þahî ji min re bû çeng pê firyam; Mîna kevokê bi asmana ketim.. Firiyam û firiyam nema li sînor û asoyan rawestiyam..!! Li xwe hay hatim, min li dora xwe nerî min naskir; ko basikên min bi henaseyên evîna te hatine girêdan..!! Xakê; nema ditirsim.. ez jî weke te bi hêz im, li ber bagera stemê nalivim..!! 29. 10. 2006 Helbesta : Ahîn Zozanî Dema weþana helbestê, 28. 04. 2007 Ahîn Zozanîhttp://www.pdk-xoybun.com |