LANETA DEMSALAN LANETA DEMSALANli jiyana kevzgirtîahenga janê me ez ji çiçikên xemgîniya serdeman meya êþê dimijim li kolanên xerîbiyê lehengê tenetiya hilmgirtî me li rêzên rûpelan hevokek bênoqte me li tariya mij û dûmanan peþkên baranê me di movikên gerdûnê de xaçepirsek neferisandî me li þevistana bêdengiyê sîwarê peyva me li kûrahiya pêlên bîranînan noqî deryaya keseran dibim bêhna nîkotîneke tevzînok xwîna laþê min rapêça ye li þev û rojan girtiyê oda xwe me êþ û tirs mêhvanê koþka giyanê min in li kemîna tofana îxanetê bûm nêçîrvanê nêçîra xwe pêþeroja xwe di qalikê hêviyên þikestî de vediþêrim di axîna kul û kederan de biyaniyê derûna laþê xwe me westîbûna temenê xwe di melûliya awirên dilberê de vedihesînim xeyalên þevên newêrek li sergêjiya qêrînan di xwe de qurmiçîn hest li nav lepên laneta demsalan di hêsirên veçiriyayî de dibehicin raman li bêxewiya bawîþkên xopan di gewriya xençereke tûj de dixeniqe hêlîna xem û xeyalên xwe di nalîna helbestan de ava dikim êdî min di azadiya vîna xwe de daxweza nefsê kuþt bêhna bayê mirineke bêwext ji firnikên min difûre werin gora cendekê min di awaza stranan de bikolin bi axa def û zirneyan binixumînin Stockholm, 12. 02. 2007 Xizan Þîlan xizan_silan@hotmail.com Dema weþana helbestê, 10. 05. 2007 Xizan ?îlanhttp://www.pdk-xoybun.com |